Amedspor li hember Bursasporê bi encama 2-0 bi ser ket

Îro di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mazûvaniya tîma Bursasporê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Amedspor bi encama 2-0 li hember tîma Bursasporê bi ser ket û 3 puanên lîstikê bi dest xistin.

Îro di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mazûvaniya tîma Bursasporê kir.

Li Diyarbekirê bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê ji bo temaşekirina lîstika îro beriya çend demjimêran li dora stadyûmê amade bûn û bi nêzîkbûna dema lîstikê re derbasî nav stadyûmê bûn.

Lîstikê di demjimêr 19:00an de dest pê kir û tîma Amedsporê di xulekên destpêkê yên lîstikê de bi êrîşan dest pê kir.

Di xuleka 31an de lîstikvanê tîma Amedsporê Mehmet Alaeddinogl gol avêt û bi encama 1-0 Amedspor li pêş Bursasporê ket. Nîveka yekem a lîstikê bi wê encamê bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê bi awayekî serkeftî lîst û di xuleka 50 a lîstikê de Mansur Çalar gola duyem avêt û bi wê yekê Amedspor bi encama 2-0 li pêş Bursasporê ket û lîstik bi encama 2-0 bi dawî bû.