HSDê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyonekê kir

Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê: Di dema dawî de tevgera şaneyên DAIŞê li rojavayê Dêrazorê tevgerên zêde bûye
Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê
Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema dawî de, li herêmên Dêrezorê gelek êrîş li dijî şervanên HSDê û endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê û berpirsên eşîran ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve hatin kirin, di wê derbarê de jî HSDê dest bi operasyonekê li rojhilatê Dêrazorê kir.

Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya ser bi HSDê ve di daxuyaniyekê de ragihand: “Di vê dawiyê de li rojavayê Dêrazorê tevgerên şaneyên DAIŞê zêde bûne. Herî dawî xaleke hêzên me yên leşkerî hat armanckirin. Ji ber wê hêzên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên ewlehiyê, tevgerên wan şaneyan şopandin û cihê wan tesbît kirin.”

Da zanîn jî: “Hêzên me çembereke ewlehiyê li dordora herêma Kiber ferz kir û şaneyên terorsît kirin armanc. Her wiha gelek ji wan girtin û cebilxaneyên pê re desteser kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, operasyon û hemleyên hêzên HSDê yên ewlehiyê dê heta jinavbirina wan şaneyan û bicihkirina ewlehî li herêmê, berdewam bin.

Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojavayê Dêrazorê di Adara 2019an de, HSDê ragihand, tevî ku ciyografiyek diyar di destê DAIŞê de nema jî, lê operasyonên wan bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dê li dijî şaneyên DAIŞê berdewam bin.