Şam: 29 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşiya Kolerayê her diçe li navçeyên cuda ên Sûriyê belav dibe û Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê amarên nû yên Kolerayê belav dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand duhî Şemiyê ragihand, hejmara giştî ya tûşbûyên Kolerayê gihîştiye 338 kesan û 29 kesan jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Rêvebirê Nexweşiyên Veguhêz û Kronîk di Wezaretê de Dr. Zuhêr El-Sehewî diyar kir, li parêzgeha Helebê 230, li Dêrezorê 55, li Hesekê 25, li Laziqiyê 19, li Humsê 5 û li Şamê 4 pêketiyên Kolerayê hatine tomarkirin.

Dr. Zuhêr El-Sehewî da zanîn jî, li Heleb 25, Dêrezor 2 û li Hesekê 2 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane.

Ev amarên Wezareta Tendirustiyê yên Sûriyê di demekê de ye, berî çend rojan Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, tenê li rojavayê Kurdistanê, Dêrazorê û Reqayê 16 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane 

Dr. Zuhêr El-Sehewî tekezî li ser wê yekê kir, di dema hebûna gumana pêketina bi Kolerayê, bilez xwe bigihînin navendên tendirustiyê û çareseriyên pêwîst werbigirin, ji ber ku piraniya mirinan ji ber derengiya peydakirina lênihêrîna bijîşkî rû didin.

Her wiha tekezî li girîngiya pêşîlêgirtin û xweparastina wê nexweşiyê bi riya şuştina destan bi sabûn û ava pak û vexwarina ava ji çavkaniyek ewle kir.