Amedsporê li deplasmanê 1 puan wergirt

Lîstika Amedspor û Afyonsporê bi encama 1-1 wekhev bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Lîstika Amedspor û Afyonsporê bi encama 1-1 wekhev bi dawî bû.

Tîma Amedspor ku di Lîga Spî ya 2emîn de weke nûnera Diyarbekira Bakurê Kurdistanê dilîze, vê heftê bû mêvana Afyonsporê.

Lîstika Afyonspor û Amedsporê di çarçoveya hefteya 7mîn de saet 19.00 li stada Afyonsporê bêyî beşdarbûna alîgirên Amedsporê destpê kir.

Di nîveka yekem a pêşbirkê de lîstikvanê Afyonsporê Berat Tosun di xuleka 18emîn de gol avêt û tîma xwe 1-0 pêş xist. Di dawiya nîveka yekem de Amedsporê di xuleka 45+4 de bi gola Mehmet Alaedînoglu re encam kir weke hev û nîveka yekem a lîstikê bi wê encama 1-1 bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de lîstikvanê Amedsporê di xuleka 63yem de karta sor wergirt û Amedspor neçarbû bi 10 lîstikvanan berdewam bike.

Ji ber cezayên ku Amedsporê girt, maça ku 90+7 xulekan dewam kir, 1-1 bi dawî bû. Her du tîm jî bi puanekê ji qadê derketin.