Plasschaert: Divê Iraq mafên xelkê Kurdistanê bide

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, grûpên çekdar li ser asayîşa Iraqê gef in. Herwiha rewşa welat jî weke qonaxa herî metirsîdar bi nav kir.

Hewlêr (K24) – Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, grûpên çekdar li ser asayîşa Iraqê gef in. Herwiha rewşa welat jî weke qonaxa herî metirsîdar bi nav kir.

Îro sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî raportek derbarê rewşa Iraqê de pêşkêş kir.

Jeanine Hennis-Plasschaert tekezî li ser pêwîstiya gotûbêja niştimanî ya navbera serkirdeyên Iraqî kir û ragihand, niha Iraq di qonaxa herî metirsîdar re derbas dibe.

Plasschaert diyar kir, divê Iraq mafên Herêma Kurdistanê bide û derbarê bombebaranên van demên dawî yên Îranê de li ser Herêma Kurdistanê got, Îran serweriya Iraqê binpê kiriye.

Herwiha destnîşan kir ku rewşa siyasî ya niha ya Iraqê bandorên neyênî li ser welatiyan dike û xelkê Iraqê di vê rewşê de weke dîlên desteserkirî ne.

Derbarê gotûbêjên aliyên siyasî bi serperiştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, heta niha ti encam derneketiye holê.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê eşkere kir, hemû aliyên siyasî ji bilî tometbarkirina hevdû, ti bijardeyeke wan a din tune ye, tevî hemû wan qurbaniyên ji aliyê welatiyan ve, aliyên siyasî di dabînkirina jiyaneke şayeste de têk çûne.