Şam: Hejmara kesên bi Kolerayê canê xwe ji dest dane gihîşt 39 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşiya Kolerayê her diçe li navçeyên cuda ên Sûriyê belav dibe û Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê amarên nû yên Kolerayê belav dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand duhî Şemiyê ragihand, hejmara giştî ya pêketiyên Kolerayê gihîştiye 594 kesan û 39 kesan jî canê xwe ji dest dane. Hejmara mezin jî li Helebê ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê bang li welatiyan kir pabendê rênima pêşîlêgirtin û xweparastina ji wê nexweşiyê bi riya şuştina destan bi sabûn û ava pak û vexwarina ava ji çavkaniyek ewle bibin.

Ji sala 2009an û vir ve, cara yekem di meha Îlona borî de nexweşiya Kolerayê li Sûriyê hat tomar kirin.

Li gor jî Netewên Yekgirtî jî, ji ber şer û pevçûnên ku ji sala 2011an vir ve berdewam dikin, zirarên mezin gihîştine westgehên paqijkirina avê û tankên avê.

Di çarçoveya hewildanên rêgirtin li belavbûna nexweşiyê de, Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê hefteya borî ragihand, li Helebê hemû sebzeyên ku ji ava qirêj tên avdan û xav tên xwarin ji nav birine.