Hêzên Amerîkî li Qamişlo operasyonek pêk anî: Kesek hat kuştin

Ji bo yekem car Amerîkayê operasyonek daketina esmanî li navçeyek di destê rêjîma Sûriyê de li gundewarê Qamişlo pêk anî.

Hewlêr (K24) - Ji bo yekem car Amerîkayê operasyonek daketina esmanî li navçeyek di destê rêjîma Sûriyê de li gundewarê Qamişlo pêk anî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kiriye, derengiya şeva borî, Hêzên Amerîkî operasyonek daketina esmanî li gundê Milûk Seray, ku 17 kîlometreyan li başûrê Qamişlo dikeve, pêk anîn.

Di operasyonê de kesek hate kuştin. Malbat a kesê hatî kuştin di gel malbatek din û serkirdeyê baregeha Ensar, ku hêzeke serbazî ye, hatine desteserkirin.

Li gor Rewangehê di dema birêveçûna operasyonê de serbazên Amerîkî daxwaz ji xelkê gund kiribûn, ji malên xwe dernekevin.

Operasyon di demjimêr 4:00ê sibehê de bidawî bûye.