Huda Par: Siyaseta leşkerî nahêle Kurd bigihîjin mafên xwe

Piştî êrîşa PKKê ya Mêrsînê di navbera PKKê û Selahattîn Demîrtaş de nîqaş rûda û PKKê bersivên tund da Demîrtaş. Derbarê vê mijarê de siyasetmedar pêşbînî dikin ku dê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê li cem Demîrtaş helwest nîşan bide.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî êrîşa PKKê ya Mêrsînê di navbera PKKê û Selahattîn Demîrtaş de nîqaş rûda û PKKê bersivên tund da Demîrtaş. Derbarê vê mijarê de siyasetmedar pêşbînî dikin ku dê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê li cem Demîrtaş helwest nîşan bide.

Nîqaşên di navbera Selahattîn Demîrtaş û PKKê de ku piştî êrîşa Mêrsînê dest pê kiribûn berdewam in. Siyasetmedarên ku berê li gel Selahattîn Demîrtaş di nava HDPê de siyaset kirine dibêjin, divê ev bar tenê li ser milê Demîrtaş an jî HDPê nemîne û divê hemû siyasetmedarên aştîparêz bikaranîna çekan red bikin û siyaseta aştiyane biparêzin ku dê raya giştî ya Kurd jî helwesta xwe ji aliyê Selahattîn Demîratş nîşan bidin ji ber ku Kurd ji pevçûnan westiyane û dixwazin pirsa Kurd bi rêya aştiyê çareser bibe.

Serokê Partiya Dema Zêrîn a Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen ji K24ê re ragihand: “Kurd ji pevçûn, mirin û tundiyê westiyane. Kîjan alî piştgiriya aştiyê bike Kurd jî dê li cem wî alîyî helwesta xwe nîşan bidin. Rêbaza bikaranîna çekan dê bi awayeke ciddî were nîqaşkirin. Divê qendîl jî vê pêvajoyê rast bixwîne. Bi texmîna min dê bûyerên balkêş biqewimin. Divê em ji ser kesayetan mijarê nenirxînin. Rubirûbûnek bo her alîyî pêwîst e. Divê her aliyek kiryarên xwe bipîvin.”

Partiyên wek dijberê HDPê tên nasîn jî di warê nîqaşên navbera Selahattîn Demîrtaş û PKKê de dibêjin divê bandora çekan ji ser siyaseta sivîl rabe da ku siyaset bikaribe daxwaza mafên kurdan bike.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Huseyîn Eryilmaz ji K24ê re diyar kir: “PKK naxwaze derveyî gotinên wê gotinek din were gotin an jî tevgerek derveyî wê were kirin. Ji Kurdan re siyaseta sivîl pêwîst e ku Kurd bikaribin bigihîjin mafên xwe. Siyaseta leşkerî nahêle kurd bigihîjin mafên xwe.”

Siyasetmedarên ku muxalîfê HDPê ne dibêjin di rabirdûyê de gelek siyasetmedarên Kurd ên nêzîkî PKKê dema ku rexne li PKKê kirin PKKê wan tasfiye kir û niha PKK heman tiştî ji bo Selahattîn Demîrtaş dixwaze bike lê encam hîn nediyar e.