Nexweşiya Kolerayê li Idlibê li ser jiyana xelkê bûye metirsî

Belavbûna nexweşiya Kolerayê li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li nava kampên koçberên Idlib û derdora wê, li ser jiyana xelkê bûye metirsiyeke mezin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Belavbûna nexweşiya Kolerayê li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li nava kampên koçberên Idlib û derdora wê, li ser jiyana xelkê bûye metirsiyeke mezin.

Rêveberiya Tendirustiya Idlibê ragihand, yekem haleta pêketina Kolerayê di meha Îlonê de hatiye tomarkirin û ji wê demê heta niha, her roj hejmara pêketiyan zêde dibe. Bijîşkên Idlibê dibêjin, ji bo xweparastina ji vê nexweşiyê, wan dest bi helmeta xwebexşî û hişyariyê kirine.

Rêveberê Tendirustiya Idlibê ji K24ê re ragihand: “Di 26ê Îlona derbasbûyî de me yekemîn haleta nexweşiya Kolerayê li Kampa Keferlûsîn ya Atma tomar kir. Ev yek bû sedema wê yekê ku em bi hişyarî serederiyê bi rewşê re bikin. Me dest bi kempînên hişyariyê li navçeyên cuda yên Idlib û derdora wê kir. Hejmare pêketiyan rojane zêde dibe. Em yek heta du haletan jî tomar dikin. Kesên nîşaneya vê nexweşiyê li ser wan hebû, me test ji wan re çêkir û testên wan pozîtîv bûn. Derbarê rewşa kerta tendirustiyê li navçeyê, nexweşî ji nişka ve belav bû. Bi rastî şiyana me ya pêşwazîkirina nexweşan tune ye. Me daxwaz ji rêxistinên mirovî û navdewletî kiriye, alîkariyên pêwîst, mîna derman û alavên bijîşkî û tendirustiyê ji me re bişînin, da ku em bikarin rê li ber vê nexweşiyê bigrin.”

Li aliyekî din, berpirsê navxweyî yê bajarokê Binişa Idlibê ji K24ê re tekez kir ku belavbûna vê nexweşiyê bi ava pîs ve girêdayî ye, ku tevahiya hêşinahiyên deverê, bi ava pîs têne avdan, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku ev nexweşî di nav xelkê de zû belav bibe zarok zikêşî bibin û bi jehrî bikevin.

Berpirsê Bajarokê Biniş diyar kir: “Di çend rojên dawî de, me biryarên Rêveberiya Çandiniyê li parêzgeha Idlibê cîbicî kirin. Ew jî divê zeviyên çandiniyê, bi ava pîs neyê avdan, da ku rê li ber nexweşiya Kolerayê were girtin. Em weke encûmen, me ava vexwarinê ya tora sereke ya avê dide tevahiya Idlib û derdora wê, bi madeya klor sterîlîze kiriye, herwiha me daxwaz ji tendirustiya bajar kiriye, dest bi kempînên hişyariyê bike li navçeyên cuda yên bajêr û li kampên derdora wê, herwiha derman jî li cadeyan bireşîne, da ku ev nexweşî zêdetir belav nebe.”

Li bakurê rojavayê Sûriyê nêzîkî 4 milyon kes dijîn, bêhtirî milyonek ji wan, li kampan dimînin û di rewşeke gelek xirab de ne, bi gotina tendirustiya navçeyê, tirsa wan ji wê yekê heye ku eger nexweşiya Kolerayê berfiretir di nav xelkê de belav bibe, ew ê rastî karesateke mezin bibin, ji ber sîstema tendirustiya deverê, lawaz e.