Kalin: Erdogan û Esed dikarin hevdu bibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomariya Tirkiyê radigihîne, eger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew dikarin bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicivin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li ser egera hevdîtineke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed, ji televîzyoneke Tirkiyê re ragihand, ji bo niha ti zemîneke siyasî ji bo wê hevdîtinê nîne, lê ger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew deriyan nagirin û Erdogan û Esed dikarin hevdu bibînin.

Ev daxuyaniyên vî rayadarê Tirkiyê piştî wê tê, di dama dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, “Ti pirsgirêka me bi têkbirina Esed re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin.”

Rayadarên Sûrî jî dibêjin, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wî amade ye pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê hin mercên wan hene, wek derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û dawî li piştgiriya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bîne.