Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Holandayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 12ê Cotmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê Jaco Beerends kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 12ê Cotmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê Jaco Beerends kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Holandayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Holandayê.

Konsulê Giştî yê Holandayê Jaco Beerends spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem da, bi taybetî di warên hemecûrkirina aborî û girîngîdana sektora çandinî û dîjîtalkirina xizmetên giştî û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de.