Li Silêmaniyê hejmareke zêde ya nexweşên penceşêrê di rojekê de hat tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tenê duhî li Silêmaniyê 40 haletên nû yên nexweşiya penceşêrê hatin tomarkirin.
Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi penceşêrê li bajarê Silêmaniyê amarên duhî 16ê Cotmeha 2022an belav kirin û aşkere kir, duhî 40 haletên nû yên nexweşiya penceşêrê hatin tomarkirin.
Nexweşxaneyê berî niha ti rêjeyeke wiha ya pêketina bi nexweşiya penceşêrê eşkere nekiriye ku dibe ev amar a herî bilind be ku heta niha li Herêma Kurdistanê hatibe tomarkirin.
Nexweşxaneyê amarên duhî li ser rûpela xwe ya facebookê belav kirin:
- 40 haletên nû hatin tomarkirin û kod wergirtin
- 1029 nexweşan serdana nexweşxaneya Hîwa kirin
- 3500 testên cuda ji nexweşan re hatine kirin
- 143 nexweşan çareseriyên kîmyayî wergirtin
- 205 nexweşan testên Tîşk, Echo û Sonar ji wan re hatin kirin
- 85 nexweş ji bo beşa lezgîn hatin veguhastin
- 257 nexweş li beşên cuda yên nexweşxaneyan hatin rakirin