Karim Benzema Xelata Ballon d'Or ji bo lîstikvanê herî baş wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – France Football îşev Duşemê di merasimekê de ku li Şanoya Chatelet a li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin, xelatên xwe yên ji bo sezona 2021-2022 eşkere kirin û Karim Benzema Xelata Ballon d'Or ji bo lîstikvanê herî baş wergirt.

Xelata Ballon d'Or ji bo lîstikvanê herî baş

Lîstikvanê Real Madrîdê û Fransayê, Karim Benzema di heyama 2012-2021an de, ji bo cara yekem di kariyera xwe de xelata Topa Zêrîn a baştirîn lîstikvanê cîhanê wergirt.

Xelata tîma herî baş a cîhanê

Manchester Cityê ku sezona borî Lîga Premierê ya Îngiltrayê bi dest xistibû û derketibû nîvfînala Champions League, ev xelat wergirt.

Manchester City
Manchester City

Xelata Yaşîn ji bo Golparêzê herî baş

Golparêzê Real Madrîdê û yê Belçîkayê di sezona 2021-2022an de xelata Yashin a ji bo golparêzê herî baş wergirt.

Thibaut Courtois
Thibaut Courtois

Xelata Gerd Muller ji bo Baştirîn Golkar

Xelat vegeriya lîstikvanê berê yê Bayern Munich ku vê dawiyê tevlî Barcelonayê bû, lîstikvanê yê Polonî Robert Lewandowski.

Robert Lewandowski
Robert Lewandowski

Topa Zêrîn a Jinan

Stêrka Barcelonayê Alexia Putillas bo cara duyem li ser hev Topa Zêrîn a baştirîn futbolîsta jin a cîhanê wergirt.

Alexia Putillas
Alexia Putillas

Xelata Sokrates

Lîstikvanê Bayern Munchenê yê Senegalî Sadio Mane, ji ber xizmetên wî yên civakî û xêrxwazî ​​yên mezin ku wî pêşkêşî welatê xwe kir, bi xelata ku îsal hatiye afirandin, hat xelatkirin.

Sadio Mane
Sadio Mane

Xelata Lîstikvanê Ciwan a Salê

Stêrkê Barcelonayê Paplo Gavi xelata Lîstikvanê Ciwan ê Salê wergirt.

Paplo Gavi
Paplo Gavi