Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li şanda Îranê kir

Li ser girîngiya geşepêdana pêwendiyên du alî, bi taybetî ji aliyê danûstandina bazirganî û aborî ve gotûbêj hat kirin.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li şandeke bilind a Komara Îslamî ya Îranê kir û li ser girîngiya geşepêdana pêwendiyên du alî, bi taybetî ji aliyê danûstandina bazirganî û aborî ve gotûbêj hat kirin.

Îro çarşemê 19ê Cotmehê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî li şandeke bilind a Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mehdî Seferî, ji Encûmena Şûra ya Îranê Dr. Heyderî,  Cîgirê Wezîrê Darayî û Aborî Dr. Fikrî, Berpirsê Dosyeya Iraqê li Wezareta Derve Tebatebayî kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Îranê yê li Herêma Kurdistanê Nesrullah Zarî Reşnûdî jî amade bû, pêwendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û gelan û welatê Îranê hat axaftin, bi taybetî ji aliyê kultûr û ferhenga hevbeş a navbera herdu aliyan.

Di destpêka civînê de Serokê Şanda Îranê behsa girîngiya geşepêdana pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê bi giştî kir, bi taybetî ji aliyê danûstandina bazirganî û aborî ve.

Şanda mêvan vexwendnameya fermî da Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, da ku serdana Îranê bike. Hêmin Hewramî pesnê pêwendiyên navbera herdu gelên Kurdistan û Îranê da û spasiya xwe ji bo vexwendinê nîşan da.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kurteyek li ser karê Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kir û amaje bi wê yekê kir ku niha yek ji projeyên ku bi derfeta karê navdewletî ve girêdayî ye, sererastkirina yasaya veberhênanê ye û derfeteke baş dibe ji bo veberhênerên Îranî eger bikarin weke her veberhênerên din ên biyanî, beşdar bin di veberhênan û avakirina proseya jêrxana aborî û avakirinê li Herêma Kurdistanê.

Li hember wî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê spasiya wê hevtêgihîştina Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kir ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên aborî û kultûrî yên navbera herdu aliyan û geşbîniya xwe li ser serkeftina proseya yasadanînê ya li Herêma Kurdistanê û karên vê xula parlamentoyê nîşan da. Herdu alî hevnêrîn bûn li ser rakirina astengiyên li ber proseya danûstandina bazirganî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê û welatiyan.

Herwiha di civînê de danûstandina çendîn fikr û ramanan hatin kirin li ser çawaniya cîbicîkirina pêngavên pêşxistina pêwendiyên bazirganî, bi taybetî ji ber hebûna sînorekî berfireh û dûr û dirêj ligel hev, ku ev jî hêsankariyeke mezin dibe ji bo welatiyan û bazirganan di dema bikaranîna rêyên fermî yên deriyên sînorî yên navbera herdu aliyan.