Ciwanên Şoreşger li Qamişlo êrîşî avahiya WHO kir

Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî navenda Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekgirtî kirin.
Qamişlo
Qamişlo

Hewlêr (K24) – Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî navenda Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekgirtî kir.

Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekgirtî kir.

Hat zanîn ku îro nêzîkî 50 kes ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi molotofan êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û hejmareke avahiyên din ên girêdayî Neteweyên Yekgirtî yên li bajarê Qamişlo kirine.

Ev yek piştî wê tê, hejmarek ji Ciwanên Şoreşger ku hemû jî ciwan in, li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo xwe pêşan dan û bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê şermezar kiribûn.

Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) kir
Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) kir