Demîrtaş: Divê şandeke navdewletî li cihê bikaranîna çekên kîmyayî lêkolînan bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş li ser gotegotên bikaranîna çekên kîmyayî li dijî PKK’ê ji aliyê Tirkiyê ve ragihand, bikaranîna çekên kîmyayî li dijî mirovan tawan e û divê ev tawan bê lêkolînkirin.

Roja Sêşemê 18ê Cotmeha 2022an, Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir û got ku ew di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi çekên kîmyayî de hatine kuştin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş li girtîxaneya Edirneyê li ser gotegotên bikaranîna çekên kîmyayî li dijî PKK’ê ragihand, bikaranîna çekên kîmyayî dijî mirovan tawan e û divê ev tawan bê lêkolînkirin û ji bo zelalkirina bûyerê, divê şandeke serbixwe ya navnetewî serdana cihê bikaranîna çekên kîmyawî bike, bûyerê lêkolîn bike.

Her wiha got, pêwîst e parlamento û opozîsyona Tirkiyê li hemberî vê tawanê bêdeng nebin, bêdengiya wan tê wateya pejirandinê.

Demîrtaş dibêje, bihaneya bikaranîna çekên kîmyayî her çi be, li hemû deverên cîhanê tawan e. Berpirsê tawaneke wisa eşkere ku di siyaseta şer de sînoran nas neke, tenê desthilata AKP-MHP’ê dibe. Pêwîst e kesên ev kar kirine li pêşberî dadgeheke serbixwe bên darezandin.

Duhî jî HDPê di derheqê gotegotên ku arteşa Tirkiyeyê li deverên Zap, Avaşîn û Metîna çekên kimyeyî bi kar aniye daxuyniyek belav kir û bang civaka navdewletî û raya giştî kir ku bêne ser xetê.

HDP di daxuyaniya xwe de vîdyoyên nexweş ên hin gerîlayên PKKê ku li sosyal medyayê belav bûbûn bi bîr xist û bang li Neteweyên Yekgirtî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyeyî (OPCW) jî kir ku bikaranîna çekê kimyeyî tawana şerî ye û divê ev bûyer werin lêkolînkirin.