Benfica Juventus ji Champions League derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Juventusê zû ji qonaxa koman a Champions League ya Ewropayê hat derxistin, piştî têkçûna wê li hember mêvandara xwe ya Portugalî Benfîca bi encama (3 - 4).

Şeva borî di gera pêncem a qonaxa koman ya Koma (H) a Champions League de, Benfîca mêvandariya Juventusê kir û bi (4 - 3) bi ser ket.

Golên Benfîca di xulekên (17, 28) de bi riya Antonio Silva û Joao Mario û di xulekên (35 û 50) du gol bi Rafa Sîlva hatin tomarkirin.

Golên Juventusê jî di xulekên (21, 77, 79) de ji aliyê Moise Kean, Arkadiusz Milik û Weston McKinney ve hatin tomarkirin.

Juventus di vê pêşbirkê de têkçûna duyemîn li ser hev û ya çaremîn xwar û puanên wê tenê li ber (3) xalan rawestiya û bi vê yekê zû ji Champions League hate derxistin.

Di heman komê de jî, Maccabi Haifa ya Îsraîlê ku bi encama (2 - 7) li pêş  Parîs Saint-Germainê têk çû, dê di pileya sêyem de ji bo pêşbirka Lîga Ewropayê têbikoşe.

Benfica bi vê serkeftinê bi (11) puanan cihê xwe di qonaxa (16) a Champions League de girt, piştî Parîs Saint-Germainê.