Li Akrê ji ber temaşekirina rojgirtinê di çavên du welatiyan de kêşe dirust bûye

Li navçeya Akrê ji ber temaşekirina diyardeya rojgirtinê, du welatiyan beşek ji ronahiya çavên xwe ji dest dane.
Rojgirtin
Rojgirtin

Hewlêr (K24) – Li navçeya Akrê ji ber temaşekirina diyardeya rojgirtinê, du welatiyan beşek ji ronahiya çavên xwe ji dest dane.

Jêderekî ji Rêveberiya Tendirustiya Akrê ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber temaşekirina diyardeya rojgirtinê, di çavên du welatiyan de ronahî kêm bûye.

Li gor zanyariyan, haleta yekem li gundê Berak yê li sînorê nahgiya Girdesên rûdaye û welatiyê ku rojgirtin temaşe kiriye, bi rêjeya ji sedî 65-70 ronahiya çavên xwe ji dest daye.

Haleta duyem jî, keçeke 21 salî ye, ku bi rêya ji sedî 35-40 ronahiya çavên xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku wan herdu welatiyan di dema rojgirtinê de çend xulek bi awayekî rasterast diyardeya rojgirtinê temaşe kirine û ji ber vê yekê kêşe di çavên wan de dirust bûye.

Encama pişkinînê