Li Iraqê zêdetirî 30 hezar haletên penceşêrê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, hejmara nexweşên penceşêrê li Iraqê gihîştiye zêdetirî 30 hezar kesî.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedir di daxuyaniyekê de diyar kir, hejmara nexweşên penceşêrê li Iraqê gihîştiye zêdetirî 30 hezar kesî.

Da zanîn jî, penceşêr pirsgirêkeke cîhanî ye û zêde dibe û got: Rêjeya pêketina bi nexweşiya penceşêrê li Iraqê, kêmtirî 80 haletan ji 100 hezar kesî ye di salê de.

Li gor amarên nexweşxaneya Hîwa ya Silêmaniyê jî ku nexweşxaneyeke taybet bi dermankirina nexweşên penceşêrê ye, tenê roja 23ê Cotmeha 2022an de, 41 haletên nû hatine tomarkirin û 950 nexweş jî serdana nexweşxaneyê kirine.

Berî niha Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Barzanî gotibû: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 90 milyar dînar wek bûdceyeke taybet bo dermankirina nexweşên penceşêrê dabîn kiriye.”