Plasschaert: Gendelî bûye asteng li ber pêşketina Iraqê
Hewlêr (K24) - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, gendelî bûye asteng li ber pêşketina Iraqê û hinek aliyên siyasî jî sûd ji hebûna gendeliyê wergirtine.
Jeanine Hennis-Plasschaert Plasschaert di Dîdara MERI de beşdarî paneleke li ser Hikumranî û Reform li Iraq û Herêma Kurdistanê bû û got, "Toreke mezin a gendeliyê li Iraqê hatiye avakirin. Kêşeya herî mezin a li pêşiya Iraqê nebûna têkoşîna li dijî gendeliyê ye. Lewma reformên cidî bi ser nakevin.”
Plasschaert diyar kir, pirsgirêk ne bi baş axaftinê, bi pêkanîna biryarên hatine girtin, çareser dibin û dibêje “Li Iraqê gelek prensîbên me hene, lê ev 17 sal in gelek ji wan prensîp nehatine cîbicîkirin.”
Herwiha destnîşan kir: “Pêwîstî bi sazîbûnê heye. Tenê Letîf Reşîd, Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî bi tena serê xwe nikarin pirsgirêka Iraqê çareser bikin. Divê rêveberiyek sazîbûnê hebe.”
Plasschaert ragihand: “Divê giringiya hikûmeta nû ya Iraqê ew be ku xizmetguzariyê ji xelkê re bike û baweriyê di navbera gel û rêveberiyê de çêbike. Pêdiviya mirovan bi xizmetê heye. Her tişt bi hewldanên Serokwezîr tenê nayê çareserkirin.”