Li Tirkiyê dolar bilind dibe û bihayê zêr kêm dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di van demên dawîn de ligel ku dolar zêde dibe, kêmbûna bihayê zêr di nava welatiyan de û zêrfiroşan de rê li ber metirsiyê vekiriye. Şîrovekar û zêrfiroş kêmbûna bihayê zêr wek kêmbûneke demkî dinirxînin û bi biryara FEDê e têkîldar dibînin.

Digel ku onsa zêr hefteya borî xwe amade kir ji bo pêngavekê û ji 1610 dolaran çû ser 1680 dolaran jî di destpêka vê hefteyê de li Tirkiyê zêr nirxê xwe kêm kir û yek grama zêr dakete hetta 955 lîreyan yanî 19 dolar û 42 sentan. Ligel ku dolar her bilind dibe jî kêmbûna nirxê zêr di bazarê de rê li ber nediyariyekê vedike û dibe sedema metirsiyê li ser derûniya civaka Tirkiyê. Li gorî şîrovekar û zêrfiroşan ev nediyariya di bihayê zêr de ji ber biryarên faîzê yên FEDê ne. Ev bandora li ser zêr jî wê demeke din jî berdewam bike.

Zêrfiroş û şîrovekar Hakan Aktag ji K24ê re got: “Ji ber ku FEDê faîz bilind kirin bala civakê jî çû ser dolar. Vê yeke jî kir ku onsa zêr sistir bibe. Bêgûman piştî ku FED biryara faîzê rawestîne wê dîsa herkes berê xwe bide zêr. Ji ber ku zêr warê herî bi ewle ye. Li gorî berê rewşa civakê nebaş e û nikare zêran bistîne, loma ya rastî em jî li aliyekî dixwazin ku bihayê zêr zêde bilind nebe da karibin zêtir firotanê bikin.”

Li gorî şîrovekarê zêran jî di serdemên nediyar yê kêmbûna bihayê zêr de divê welatî netirsin û vekişin aliyekî heta zêr careke din xwe bide hev. Bi boçûna şîrovekaran zêr her çiqas bikeve jî li hember bilindbûna dolar wê rojek were bihayê zêr careke din bigihê wê qonaxa herî jor ku berê pala xwe daye.

Zêrfiroş û şîrovekar Murat Esîn dibêje: “Kêmbûna nirxê zêr bi baweriya min ji ber kêmbûna daxwaza kirîna zêr e. Ji ber ku dolar bilind dibe lê zêr li xwe kêm dike. Ev yek jî di nava kiryaran de rê li ber metirsiyekê vedike. Yanî baweriya kiryaran dişikê ji zêr ji ber ku li hember dolar her diçe kêm dibe. Hingî kirîna zêr jî kêm dibe. Dema kirîna zêr jî kêm dibe ev yek jî bandorê li bazarê dike mixabin.”

Di bazara Tirkiyê de heta niha kêm hatiye dîtin ku dema dolar nirxê xwe zêde dike li beramber wê zêr li xwe kêm bike. Heta dema bihayê zêr diket herkesî berê xwe dida zêrfiroşan û zêr dikirîn. Lê ji ber rewşa aboriya Tirkiyê ya nebaş, bilindbûna hilawesanê û nebûna pereyan ya di berîka welatiyan de û ji ber şert û mercên giran yên jiyana rojane, kes wek berê naçe û zêran nakire. Ev jî dibe hinceteke din ji bo ketina nirxê zêr bi taybet jî piştî biryarên FEDê yên derbarê faîzan de.