Hak Par dixwaze wek partî beşdarî hilbijartinan bibe

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ji bo ku bikaribe wek partî beşdarî hilbijartinên Hezîrana 2023yan bibe xebatên xwe didomîne ku li 35 bajaran rêxistinbûna xwe temam kiriye û divê li 6 bajarên din rêxistinbûna xwe pêk bîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ji bo ku bikaribe wek partî beşdarî hilbijartinên Hezîrana 2023yan bibe xebatên xwe didomîne ku li 35 bajaran rêxistinbûna xwe temam kiriye û divê li 6 bajarên din rêxistinbûna xwe pêk bîne.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023yan partiyên siyasî jî giraniyê didin xebatên hilbijartinê. Yek ji wan partiyan jî Partiya Maf û Azadiya (Hak Par) e. Hak Par ji bo ku bikaribe wek partî beşdarî hilbijartinan bibe divê li 41 bajaran rêxistinbûna xwe pêk bîne û heta niha jî li 35 bajaran ev yek pêk aniye û li 6 bajaran jî pêvajo ber bi dawîbunê ve diçe.

Berpirsên Hak Parê dibêjin ew giringiyeke mezin didin hilbijartinên 2023yan û armanca wan a sereke çareseriya pirsa Kurd e û ew ê hemû hêza xwe bo Kurdan bi kar bînin.

Serokê Hak Parê Duzgun Kaplan diyar kir: “Kurd li Tirkiyeyê her dem mane navbera şerê navxweyî yê Tirkiyeyê de. Kurd navbera wan de dibin payanda. Emê bêjin divê em ser navê Kurdan û bo kurdan siyasete bikin, em ne neçar in ku nav şerê wan de bibin aliyek.”

Hak Par dide zanîn ku wan tevî bajarok, navçe û bajaran karîne li 200 deveran rêxistina xwe ava bikin û wan wek armanc daye pêşiya xwe ku li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ango li 23 bajaran rêxistina xwe ava bikin û beriya hilbijartinê serdana partiyên Kurdistanî bikin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Hak Parê Vasif Kahraman diyar kir: “Piştî ku me mafê beşdariya hilbijartinê bi dest xist emê serdana partiyên Kurdistanî yên ku bo kurdan statu dixwazin bikin û bang li wan bikin ku me partiya xwe amade kiriye û werin em bi hev re kar bikin.”

Li gorî yasayên Tirkiyeyê ji bo ku partiyek bi navê xwe û wek partî bikeve hilbijartinê divê herî kêm 41 bajaran xwedî rêxistin be û hemû rêxistinên wê jî beriya hilbijartinê 6 mehan hatibin avakirin ku Hak Par nekarîbû di hilbijartina 2018an de bikeve hilbijartinê dê vê carê amade be.