Li Stenbolê festîvala kulturî ya Diyarbekirê tê sazkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi mebesta zêdetir nasîn û belavbûna çand û kelepûra bajarê qedîm ê Diyarbekir festîvaleke kulturî li Stenbolê tê sazkirin. Xwarinên navdar ên bajarê Kurd û gelek berhemên ku wek remzên Diyarbekirê bi rêya festîvalê tên nîşandan.

Li Stenbolê bi mebesta danasîna çand û kelepûra bajarê qedîm ê Diyarbekir ku gelek şaristanî lê hatiye avakirin festîvaleke kulturî tê sazkirin.

Di festîvalê de xwarina navdar a bajar cîger ku li tevahiya welêt belav bûye û patenta wê jî hatiye wergirtin bi çêj û dîmenên xwe yên li ser agirê bala beşdaran kişand.

Hosteyê Cîgerê Xelîl Kaya: “Cîgera Diyarbekirê bi goştê berxikan tê çêkirin, bi îsot, bez û baharat em lê xweştir û tehmtir dikin. Serê sibê saet 5an de jî tê xwarin nîvro û derengiya şevê jî tê xwarin.”

Qedayif ku wek şirîniya bi nav û deng a Diyarbekirê û gelek xwarinên din ên vî bajarî bi rêya festîvalê tên pêşandan.

Dîlber Cizirî: “Ez bi amadekirin û dîtina festîvaleke wiha gelek kêfxweş im ku gelek Kurdên me bi reng û dengên xwe li hev civandiye û gihandiye hev du.”

Hemû navçeyên Diyarbekirê ku her yek bi berhemên xwe yên ji hev ciyawaztir tên nasîn di festîvalê de bi hemû rengên xwe cîh digirin.

Muhammed Zahîd: “Me hewreşîma navdar a navçeya Pasûr anî da ku her kes bibîne, li gel vê me giwîj, bastêq û hingivê daran a navdar a Pasûrê anî. Pasûr cîheke çiya û dar û ber e loma hingiva daran a vê navçeyê gelek bi nav û deng e.”

Hunermend Beşîr Alanê: “Gelek şanaz im ku bajarê me Kurdan li dûrî welatê me jî bi hemû kultur û kelepûra xwe tê nasîn û Kurdên me li gel miletên din li hev kom dike.”

Festîvala ku cara yekem ji hêla Federasyona Komeleyên Diyarbekirê ve tê sazkirin heta roja yekşemê dê bidome.