Pişka Lîga Ewropî.. fînalek zû Barcelona û Manchester United rûbirûyî hevdu dibin

Pişka lîstikên qonaxa "play-off" ên derbasbûna bo qonaxa 16 ya Lîga Ewropayê, rastî giringiyeke taybet hat.
Lîga Ewropî
Lîga Ewropî

Navenda Nûçeyan (K24) – Pişka lîstikên qonaxa "play-off" ên derbasbûna bo qonaxa 16 ya Lîga Ewropayê, rastî giringiyeke taybet hat, bi taybet ji ber hebûna gelek tîmên navdar ên ku di Champions League de dilîstin, wek Barcelona û Juventus, ji bilî hebûna tîmên ku nekaribûn wekî pêşengên komên xwe bi ser biketana, wekî Manchester United.

Lîstikên qonaxa (play-off):

Barcelona ya Spanî - Manchester United a Îngilîzî

Juventus a Îtalî – Nantes a Fransî

Sporting Portekîz - Danîmarka Mittelland

Shakhtar Donetsk a Ukraynî – Rennes a Fransî

Ajax a Hollandî – Union Berlîn a Almanî

Bayer Leverkusen a Almanî – Monaco ya Fransî

Sevilla ya Spanî - PSV Eindhoven a Hollandî

Salzburg a Avusturyayî – Roma ya Îtalî

Ev lîstik dê di 16 û 23ê Sibatê de werin lîstin.

Tîmên ku ji ber pêşengiya komên xwe derbasî Lîga Ewropî bûne, ev in:

Arsenal a Ingilîzî, Fenerbahçe ya Tirkî, Real Betîs a Spanî, Saint, Gilloise ya Belçîkî, Real Sociedad a Spanî, Feyenoord a Hollandî, Freiburg a Almanî, Francvarosci ya Macarî.