Li Diyarbekirê ji bo yariya Tirkiye-Skotlandê amadekarî tên kirin

Di 16ê Mijdarê de li Diyarbekirê navbera tîmên neteweyî yên Tirkiye-Skotlandê de yariya futbolê ya amadekariyê dê were leyîstin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di 16ê Mijdarê de li Diyarbekirê navbera tîmên neteweyî yên Tirkiye-Skotlandê de yariya futbolê ya amadekariyê dê were leyîstin. Di bajêr de kelecana yariyê heye û hemû otel ji niha ve bo 15 û 16ê Mijdarê rezervasyonên xwe %95 tije kirine.

Diyarbekir amadekariyan dike ku mazuvaniya yariyek dîrokî bike. Di 16ê Mijdarê de di Yarîgeha Diyarbekirê de dê tîmên neteweyî yên futbolê yên Tirkiye-Skotlandê derkevin pêşberî hev. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de dê yekem car be ku li Diyarbekirê yariyek tîmên neteweyî were leyîstin. Ji ber vê yekê jî şîrovekarên werzîşê dibêjin ev yek bo Diyarbekir derfetek zêrîn e ku dê her warî de sudê bide Diyarbekir.

Şîrovekarê Werzişê Saffet ji K24ê re ragihand: “Ji aliyê werzîşa Diyarbekir ve, ji aliyê aboriya Diyarbekir ve, ji aliyê geştiyariya Diyarbekir ve dê sudê bi xwe re bîne. Cara yekem  e ku dê tîmên neteweyî li Diyarbekir bilîzin. Ji bo Diyarbekirê pêşketinek baş e.”

Tê pêşbînîkirin ku ji bo yariya dîrokî gelek futbolhez berê xwe bidin Diyarbekir û otelvanên Diyarbekirê jî didin zanîn ku ji niha ve bo 15 û 16ê Mijdarê otelên Diyarbekirê %95 rezervasyon tije bûne û ji bo vê yekê otelvan jî keyfxweş in.

Otelvan Serdar Ay ji K24ê re ragihand: “Bi rastî heta niha otela me %95 tije bûye. Dibêjin dê ji Skotlandê jî derdora 1100 alîgir werin Diyarbekirê. Em bi vê yekê keyfxweş in.”

Kapasîteya Yarîgeha Diyarbekir 33 hezar e û tê pêşbînîkirin ku ji Skotlandê jî gelek alîgir werin Diyarbekirê. Di yarîgeha Diyarbekir de ji bo mazuvaniyê xebatkar amadekariyên xwe didomînin.

Yarîgeha Diyarbekir li gorî standardên navneteweyî hatiye avakirin û eger bo yariya Tirkiye-Skotlandê mazuvaniyek baş were kirin dibe ku salên pêş de yariyên din ên navneteweyî li Diyarbekir werin leyîstin.