Lewandowskî xelata “Pêlava Zêrîn” wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Robert Lewandowskî, lîstikvanê Barcelona yê Polandî şeva borî, xelata “Pêlava Zêrîn” wergirt ku salane ji bo golkarê herî baş ê lîgayên Ewropayê tê dayîn.

Robêrt Lewandowskî yê 34-salî piştî ku di werzê borî de (2021-2022) di Lîgata Almanî de 35 gol ji Bayern Munich re tomar kirin, xelata “Pêlava Zêrîn” ji bo cara duyemîn di jiyana xwe de wergirt.

Lewandowskî di pêşbirka xelata “Pêlava Zêrîn” de, 70 puan bi dest xist û li pêşiya lîstikvanê Paris Saint-Germain Kylian Mbappe yê ku 28 gol tomar kirin 56 pûan bi dest xistin, hat.

Di merasîmê de Serokê Barcelona Joan Laporta, efsaneya berê ya Barcelon Carles Puyol û gelek stêrkên berê amade bûn.