Partiya DEVA: 4 milyon xwendekar nikarin xwarinên bi tendirust bixwin

Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) li Diyarbekirê li ser rewşa aborî û xwendekaran daxuyaniyek da.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) li Diyarbekirê li ser rewşa aborî û xwendekaran daxuyaniyek da.

Serokê Ciwanên Partiya DEVA yê Diyarbekirê Yucel Karadaş, daxuyand ku bandora rewşa aborî û qeyrana aborî ya li Tirkiyê li ser xwendekar û zarokan jî xwe nîşan dide û 4 milyon zarok, nikarin bi awayekî tendurist xwarinan bixwin.

Yucel Karadaş bal kişand ser wê yekê ku li parlamentoya Tirkiyê xwarinên herî baş bi bihayên herî erzan dikarin bixwin, lê li dibistan û zaningehan, bê pere xwarin dayîna zarokan li parlamentoyê napejirînin.

Karadaş da zanîn ku bihayê xwarinan giran in û zarok û xwendekar jî nikarin bi tendirust xwarin bixwin, loma jî heta ku ev kêş bê çareserkirin, dê çalakiyên xwe berdewam bikin û daxwazên xwe dubare bikin.