Li Hewlêrê agir bi xwaringeha hotelekê ket
Hewlêr (K24) – Li bajarê Hewlêrê vê sibê agir bi xwaringeha hotelekê ket, Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand, xwaringeh bi temamî şewitî.
Îro danê sibê 12ê Mijdara 2022yan, li Hewlêrê di xwaringeha hotelekê de şewat derket û xwarin bi temamî şewitî.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Serkewt Kareş ragihand, xwaringeha ku şewitî li dervevî hotelê ye, xwaringeh bi temamî şewitî û ziyan negihîştiye hotelê.
Serkewt Kareş eşkere kir, di nav hotelê de sîstema silametiyê heye û ji bo kontrolkirina rewşê, 12 tîmên Berevaniya Şaristanî gihîtine cihê bûyerê.
Herwiha eşkere kir: “Metirsî hebû ku agir bigihîje paş xwaringehê, ku sîstema gaza LPG û tankera gazê li wir bûn.”