Artêşa Tirkiyê li Agirî û Îdirê dest bi operasyonê kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li parêzgehên Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li parêzgehên Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, li parêzgehên Agirî û Îdirê li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-12 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe eşkere kir, operasyon ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Agirî û Îdirê ve tê lidarxistin û 1017 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando beşdar dibin.

Herwiha hat ragihandin ku operasyonên "Payîz-Zivistan a Eren Dorpêç" li nav welat didome.