“Kurd çi dixwazin” li Enqerê di komxebatekê de hat pirsîn

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê ji bo ku pirsa Kurd bê çreserkirin, ev bi salan e çalakiyên cuda cuda tên sazkirin. Vê carê jî bi serokatiya Komeleya Demokrasî û Yekitiyê ku serokê wê parlementerê berê yê Ak Partiyê Mehmet Metîner dike Komxebatek hate sazkirin. Di komxebatê de daxwazên gelê Kurd û rêyên çareseriya pirsa Kurd hate nîqaşkirin. Beşdarên konferansê dane zanîn ku bo çareseriya pirsa Kurd pêwîstî bi destûreke nû û proseyeke nû ya çareseriyê heye.

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya komeleya Demokrasî û Yekitiyê (DEMBÎR DER) ku serokatiya wê parlementerê berê yê Ak Partiyê Mehmet Metîner dike ji bo ku rêyên çareseriyê bo pirsa Kurd bê peydakirin komxebata bi navê “Kurd çi dixwazin”  hate sazkirin. Endamê lijneya birivebir a navendî yê Ak Partiyê orhan Mîroglu, parlementerê berê yê HDPê û damezrînerê partiya Dengê Tirkiyê Muslum doğan, serokê HUDA PARê Zekerıya yapicioglu, Komeleyên lêkolînên Kurdî, nivîskar û lêkolîner beşdarî vê komxebatê bûn.

Serokê Komeleyê Mehmet Metîner da zanîn ku bi du armanca wan ev komxebat ava kiriye û bo çareseriya pirsa kurd pêwîstî bi du tiştên nû hene.

Serokê DEMBÎR DER’ê Mehmet Metîner ji K24ê re got: “Armanca me ev e ku em bratiya qedîm ya Kurd û Tirkan careke din zindî bikin. Di sedsaliya Tirkiyê de Kurd çi dixwazin û di destûreke nû de Kurd dixwazin çi guherîn bê kir ser van mijaran me ev komxebat ava kir. Bêgûman ji bo pirsa Kurd bê çareserkirin û daxwazên Kurdan bên cibicîkirin pêwîstî bi destûreke nû û proseyeke nû ya çareseriyê heye.”

Serokê HÛDA PARê jî diyar kir ku gelê Tirkiyê çi dixwaze Kurd jî van mafan dixwazin lê di rewşa îroyîn û bi destûre heyî tu kêşe areser nabin.

Serokê HÛDAPARê Zekeriya Yapicioglu got: “Heqê yê Tirk çi be yê Kurd jî eve dibêjin Kurd çi dixwazin em jî dibêjin çi ji te re hebe em jî vê yekê dixwazin.  Em bira bin lazime hiqûqa wê bicîh bê. Ne ku bi dewkî her çiqas kurd dawa heqê xwe bikin bi dewkî bejin em bira ne lê qiquqa biratiyê bicîh neye. Kurd vê dixwazin lazime ev heq û hiqûq bicih bê.”

Parlementerê berê yê HDPê Mûslûm Dogan jî di komxebatê de da zanîn ku Kurd di serî de perwerdehiya zikmakî, fermîbûna zimanê Kurdî û bi yaseyan mîsogerkirina mafên serekî yên jiyanê dixwazin. Ji bo vê yekê jî lazime deshilat û muxalefet bi vêrekî tevbiger û gavên girîng biavêje.