Weqfa Mezopotamyayê 2 pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî çap kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Weqfa Mezopotamyayê bi merasîmekê 2 pirtûkên ji bo hînbûna zimanê Kurdî çap kirin. Pirtûkên ji aliyê akademîsyenan ve hatine amadekirin û navê wan Kurdîzan e, bo asta destpêkê ne û di berdewamiyê de jî, dê pirtûkan bi zaraveyên wek zazakî û soranî jî werin.

Weqfa Mezopotamyayê li Diyarbekirê di Qesra Zêrzevanê de berhemên xwe yên nû bi rêrismekê da nasîn. Berhemên nû derbarê hînbûna zimanê Kurdî de ne û ji 2 pirtûkan pêk tên û navê wan jî Kurdîzan e. Kurdîzan bo asta destpêkê xwendin, nivîsîn û axaftina bi Kurdî hatiye amadekirin. Nivîskarên pirtûkê akademîsyen in û bi pîvanên pedagojik û bi rêbaza metodolojiyê berhemên xwe amade kirine.

Zimanzan, Rêveberê Weqfa Mezopotamya û nivîskar Mikaîl Bulbul ji K24ê re got: “Ji salekê zêdetir e em li ser vê xebatê şixulîn. Bo kesên ku hinek dikarin bi kurdî biaxifin me amade kiriye. Ev asta destpêkê ye. Berdewamiya wê jî heye.”

Nıvîskarên Kurdîzanê didin zanîn ku di pirtukan de li gel fêrkirina zimanê Kurdî di heman demê de danasîna çand û dîroka Kurdan jî heye.

Nivîskarê Kurdîzanê û akademîsyenê zankoya Artuklu Tahirhan Aydin dibêje: “Teybetmendiya vê pirtûkê ew e ku wek pirtûkek amerîkî, ewropî, ingilîzî ji 2 pirtûkan pêk tê. Pirtûka derse û pirtûka xebatê. Pirtûka dersê de rêziman heye, ya xebatê de jî tetbîqkirin heye.”

Derbarê pirtûkên ku xizmeta zimanê Kurdî dikine de akademîsyen jî balê dikêşin ku girîng e di warê Kurdî de di asta akademîk de berhemên wisa tên dayîn û ev xebat bersiva pêdiviyan jî dide.

Serokê Beşa Kurdî yê zankoya Dîcle Osman Aslanoglû got: “Ji bo me berhemeke gelek girîng e ji bo hînkirina kurdî. Nû ye û rêbazên alternatif pêşkêş dike. Bi plan, mînak û nivîsan gelek baş e.”

Di ser pirtukên Kurdîzan de QR KOD jî heye ku kesên bixwazin bi rêya qr kodê dikarin ji telefonên mobayl jî sudê jî pirtukan werbigrin.