Messî 3 hilbijardeyan ji bo hilgirtina Kupaya Cîhanê ya 2022an destnîşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrkê Argantînî Lionel Messi 3 hilbijarde ji bo bidestxistina Kupaya Cîhanê ya ku Qeter dê ji 20ê Mijdarê heta 18ê Berçile mêvandariya wê bike, destnîşan kir.

Messî di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Konfederasyona Futbola Amerîkaya Başûr got: Brezîlya, Fransa û Îngiltere şansên wan bi rêjeyekê ji hilbijartinên din ên bilindtir in.

Got jî: “Hêviyên Hilbijardeya Neteweyî ya Argantînê jî mezin in, ew tîmeke ciyawaz e û bi awayekî baş dilîze, divê em gav bi gav bi tiştan re mijûl bibin.”

Kaptanê Argantînî hişyarî da û got: “Qonaxa Koman a Kupaya Cîhanê qet ne hêsan e.”

Argantîn xwe ji bo lîstikên Kupaya Cîhanî ya Qeterê amade dike û di pêşbirkên Koma (C) de ku Polonya, Meksîk û Erebîstana Siûdî jî di nav de ne. Argantîn yekem lîstika xwe dê di 22'ê Mijdarê de li hemberî Siûdî bilîze.