Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna qurbaniyên bûyera Silêmaniyê dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma veşartina qurbaniyên teqîna Silêmaniyê bibe ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma veşartina qurbaniyên teqîna Silêmaniyê bibe ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan, jêderekî ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand,  Nêçîrvan Barzanî îro dê beşdarî şîna qurbaniyên teqîna Silêmaniyê bibe.

Êvara Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê ji ber jêçûna gazê, xaniyek teqiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji det dan û 12 kes birîndar bûn.

Îro di merasîmekê de bi amadebûna hejmareke zêde ya welatiyan û rayedarên îdareya Silêmaniyê, cenazeyên qurbaniyan li Goristana Kelek a li bajarê Silêmaniyê têne veşartin.