Mercên herêmê Îsraîl û Tirkiyê han dide ku hevkariyê bikin

Dr. Selîn Nasî

Stenbol (K24) - Piştî pandemiyê li cîhanê geşedan û bûyerên girîng rû didin. Taybetî piştî destpêkirina şerê Rusya û Ukraynayê, li cîhanê qeyraneke giştî ya xûrek û enerjiyê dest pê kir û ligel kêşeyên ewlehiyê yên herêmî ji Rojhilatê Deryaya Naverast hetta Asya û Efrîkayê kêşeyên aborî, civakî û siyasî wisa kir ku dewletên dijminê hev jî êdî bi awayekî nêzî hev bibin.

Tirkiyê û Îsraîl jî ku tam di nava vê girîftê de cih digirin û ev demek dirêj bû ku pêwendiyên wan berev asta têkçûnê ve diçûn, bi destpêkirina hikûmeta koalîsyona nû, ber bi başiyê ve kaş dibûn heta 4ê Mijdara 2022an, hilbijartinên giştî yên Îsraîlê… Di maweya 2 salan de 4 caran hilbijartinên Îsraîlê çûn serî û di encamê de Netenyahû bi ser ket. Dema ku Netenyahû dev ji kar berdayî anku di Adara 2021an de pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê li ber bi têkçûnê bûn. Niha jî dîsa Netenyahû erka damezrandina hikûmetê bi dest xist.

Dr. Selîn Nasî ya ku li ser pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê xebatên akademîk bi rêve dibe û herwiha wekî Pispor û Endama Bernameya Pêwendiyên Polîtîkayên Derve Ya Ewropayê (ELÎAMEP) kar dike; derbarê vê heyama nû ya hikûmeta Îsraîlê de zanyarî û pêşbîniyên xwe li gel Kurdistan 24ê parve kir û pirsên me bersivand.

K24: Gava em li rabirdûyê dinêrin taybetî di serdema Netenyahu de pêwendiyên ligel Tirkiyê zêde ne baş bûn. Herwiha beriya ku xatir ji desthilatê bixwaze jî ev pêwendî hatibûn asta têkçûnê. Di van 10 mehên dawîn de jî hem di asta serokkomarî û serokwezîrtî û herwiha di asta serokatiya Wezareta Berevaniyê de ligel Îsraîlê hevdîtinên gelekî girîng pêkhatin. Niha jî pirsyar ev e: Gelo bi vegera Netenyahû pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê dê di rojên dahatû de bi erênî yan neyînî çi bandorê ji vê yekê bibîne? Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Dr. Selîn Nasî: Sedema asayîbûna pêwendiyên navbera Tirkiyê û îsraîlê de taybet li Îsraîlê bi dawîhatina desthilata Netenyahû ya 12 salan bê navber berdewamkirî bû. Di heman demê de (Yitzhak) Isaac Herzog jî wekî serokkomar dest bi kar kiribû. Ji aliyê Tirkiyê ve piştî pîrozkirina vê hikûmeta nû ya Îsraîlê me dît ku pêwendiyên her du welatan bi lezgînî ber bi başiyê ve kaş bûn. Helbet di serdema koalîsyonên li jêr desthilata Netenyahû de rakêşî û gengeşiyên navbera serokkomar Erdogan û Netenyahû de li bîra me ne. Her du serokan jî taybet di siyasetê de şêwaza populîst bo xwe kirine rêber û pirrî caran rakêşiyên navbera her du welatan de bo arastekirina alîgirên xwe bi kar anîne. Bêgûman vê yekê li ser pêwendiyên her du welatan karîgeriyên baş çênekirin. Û niha jî serkeftina Netenyahû ya li gel koalîsyoneke hê netewperesttir, rastgir û zêde oldar, mixabin dê di warê proseya asayîbûnê de mercên kêrhatî raber neke.

K24: Tê gotin ku di qebîneya nû ya Netenyahû de hin siyasetmedarên gelekî netewperwer û oldar dê cî bigirin. Gelo ev kesayetên zêde netewperest û oldar dê karîgeriyeke çawa li pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê bikin?

Dr. Selîn Nasî: Taybetî di rojên pêş de di nava hikûmetê de erkedarkirina partiyên zêde netewperest, oldar û fanatik yên ku tifaqa sîyonîst pêktînin, dê derbarê dahatûya pêwendiyan de jî xwedî encamên diyarker bin. Ji ber ku ji îro û pêde dahatûya siyaseta Îsraîlê jî dê li ser vê yekê bê destnîşankirin. Wekî mînak yek ji kesayetên vê serdema nû Itamar Ben Gvîre ku ev kesayet, berê jî bi bîrdoza Kahanê re pêwendîdar hatibû destnîşankirin. Anku yek ji wan fanatîkane ku bi suîkasta serokwezîr Îsaac Rabîn re jî pêwendîdar tê nîşandan… Proseya aşitî ya Osloyê ji xwe red dike û hemû welatiyên Ereb yên li Îsraîlê wekî dûjmin bi nav dike. Beriya hilbijartinan Netenyahû ber bi kampanyaya hilbijartinê re rêveberiya Sazimana Hêzên Ewlehiyê pêşniyara vî kesî anku Itamar Ben Gvîr kiribû. Helbet di rewşeke wiha de egere ku cardin li Qudsê rakêşî û pevçûn derbikevin. Ka meha Remezanê bînin pêş çavê xwe...

Bi heman awayî Bezalel Smotrîch jî xwedî helwest û axaftinên bi vî awayî ne.  

Helbet li aliyekê divê em ji bîr nekin ku derbarê Netenyahû de dozek jî berdewam dike û ev peymana ligel van partiyên zêde kevneperest û oldar hinekî bi vê yekê ve girêdayîye. Netenyahû, li aliyekê bi gendelîyê tê sûcdarkirin û tê îddîa kirin ku di serdema desthilatên xwe yên kevin de erka xwe bi awayekî xirab bi kar anî ye. Bo ku ji vê dozê neyê destgîrkirin di paşperdeyê de danûstandinên qirêj jî bi rêve diçin û hewl tê dayîn ku hin yasa ji parlamentoyê bên e derbaskirin da ku Netenyahû ji vê dozê bê rizgarkirin.

K24: Gava hûn li konjonktura herêmî dinêrin hûn çi dibînin? Gelo konjonktur pêwendiyên mayînde yan demkî li van her du welatan ferz dike?

Dr. Selîn Nasî: Heger em vegerin roja îroyîn, helbet rakêşiyeke di navbera Filistîn û Îsraîlê de dê karîgerî li pêwendiyên ligel Enqerê bike; ji ber ku ne pêkane ku Enqere di rewşeke wiha de bêdeng bimîne. Lê belê di 10 mehên borî de jî me dît ku Tirkiyê di demên rakêşiyê de zimanekî hê baldartir û hevseng bi kar dianî û rêyên dîplomatîk jî her vekirî hêla ye. Ji îro û pêde jî rewşa pêwendiyan dê bi helwesta çareserkirina kêşeyan û zimanê ku di rewşên wiha de tê bi kar anîn re rast e rast pêwendîdar be. Anku wekî serokkomar Erdogan jî diyar kirî; heger her du dewlet jî li hember kêşeyên heyî bi zimanekî erênî gav bavêjin û li hember hessasiyetên hevdû bi rêzdarî tev bigerin, proseya asayîbûnê ziyanê nabîne, lê belê helbet egera helwesteke berevajî jî divê ji ber çav neyê danîn. Lê ez bi xwe dîsa jî zêde ne reşbînim.

Ji ber ku li gorî min konjonktura herêmî her du welatan berev hevkariyê ve han dide. Taybetî jî piştî şerê Rusya û Ukraynayê gava ku em li herêmê dinêrin; em dibînin ku bo zêdekirina çavkaniyên enerjiyê û bo avakirina balanseke li hember Îranê, başkirina pêwendiyên navbera herdu welatan gelekî sûdewertir xuya dike. Herwiha dîsa geşedan û hevkariyên van dawiyan navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de tên e dirûstkirin û dîsa kêmbûna hêza Emerîkayê ya li herêmê, ligel pêwendiyên baş yên  navbera her du welatan de gelekî diguncin. Ji loma bi ya min ev gavên erênî yên beriya vê hikûmeta nû navbera her du welatan de hatine avêtin, dê bo pêşketina proseya asayîbûnê qadeke nû veke.

Dr. Delin Nasî

K24: Gava em bi ser pêwendiyên ewlehî, bazirganî û stratejik re li geşedanên herêmê dinêrin, gelo di pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê de Amerîka Roleke çawa dilîze û karîgeriyeke çawa li ser van pêwendiyan dike?

Dr. Selîn Nasî: Em hertim Amerîkayê di pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê de wekî partnerekî li paşperdeyê şîrove dikin. Heta carinan bi awayekî aktif jî di van pêwendiyan de cî digire. Gava em li rabirdûya pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê dinêrin em dibînin ku gelek caran bo asayîkirina nêzîktêdayînên navbera her du welatan Amerîka pirrî caran bûye handêr û partnereke paşperdeyî. Herwiha gelek caran bi awayekî aktif jî bo xurtkirina pêwendiyan rol hilgirtiye ser milên xwe û em hemû jî ji vê yekê haydar in. Lê belê taybet piştî heyama Obama em dibînin ku Amerîka şûna vê, di warê polîtîkayên derve de bêhtir girîngî û enerjiya xwe daye ser rikeberiya ligel Çînê. Anku bêhtir li ser vê mijarê kûr dibe. Li aliyê din ligel Rûsyayê jî heman rakêşî û rikeberî berdewam e. Heta em di proseyeke wisa aloz re derbas dibin ku; ligel şerê sar, egera destpêkirina şerekî germ yê cîhanî jî heye di navbera van aliyan de.  

Gava em li rêveberiya nû anku ya Bîden dinêrin em dikarin bibêjin ku gelekî zehmet e ku Amerîka li Rojhilata Naverast her daxwaza xwe êdî cî bi cî bike. Yanî piştî seredana Bîden ya bo Erebîstana Sîûdî me dît ku ligel kuştina Cemal Kaşikçî û helwesta Amerîkayê ya bo Erebîstana Siûdî, dîsa jî di warê kêmkirina bihayê neftê de daxwaza Amerîkayê nehate bicihkirin. Anku Amerîka êdî ji aliyê dewletên li Rojhilata Navîn û yên Ereb ve wan bersiv û gavên ku çaverê ye nabîne. Ji ber ku ew hêvî û daxwazên derbarê ewlehiyê de ku van welatan ji Amerîkayê daxwaz dikirin zêde nehatin bicihanîn û ev dewlet jî neçar man ku xwe bi xwe rêbazên çareseriyê peyda bikin. Di serdemên her du serokên demokrat yên Amerîkayê de anku serdema Obama û Bîden de ku hewl tê dayîn Îranê dîsa entegreyî pergala heyî bikin; hem ji aliyê welatên Ereb hem jî ji aliyê Îsraîlê ve hertim bi gûmanbariyekê hat pêşwazîkirin. Ev prose hê jî bi dawî nehatiye û gûman ew e ku heger gemaroyên aborî yên li ser Îranê bên e rakirin egere ku Îran dîsa dest bi kiryarên xwe yên tevdana herêmê bike. Ew dewletên ku têra xwe harîkarî û piştevaniya leşkerî ji Amerîkayê nabînin; êdî xwe bi xwe hewl didin ku rê li ber vê metirsiyê bigirin û ji bo vê jî em dibînin ku pêwendiyên nû ligel hev saz dikin û hevkariyên nû ava dikin.

Ji xwe em dikarin van hewlên başkirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Îsraîlê de û herwiha yên ligel Misrê jî di heman çarçoveyê de bi nirxînin. Li aliyekê di van 10-15 salên dawî de helwesta Tirkiyê ya di polîtîkayên derve de bû sedema hin kêşeyan jî. Tirkiyê ji ber van polîtîkayên xwe li Rojhilatê Deryaya Naverast derveyî bloka enerjiyê ma û ji destkeftiyên xwe yên li herêmê bêpar ma. Loma hewl da ku vê kêmasiyê bi hin rêbazên leşkerî çareser bike lê vê yekê jî rê li ber kêşeyên din vekir. Niha jî bo ji nû ve dûristkirina profîla xwe ya di qada navnetewî de û di warê başkirina pêwendiyên ligel welatên Rojava, Îsraîl û welatên kendavê de hin gavên nû davêje da ku serederî bi wan kêşeyên heyî re bike û ji vê tengijînê xwe rizgar bike.

Ji loma rast e, belkî Erdogan û Netenyahû zêde li hev nekin lê ez dibêm ew jî jê haydar in ku nêzîkatiya herdu welatan hîç nebe dê bo Enqerê baş be. Lê belê mixabin di roja îroyîn de polîtîkayên navxweyî bi heman awayî li ser polîtîkayên derve jî gelekî karîger e. Sedema vê jî ev e ku; ew saziyên di warê rêveberiya dewletê de karîger bûn mixabin êdî ne xwedî wê erk û arastekirina berê ne. Girêdayî vê yekê siyaset êdî bêhtir bi ser kesayetan re tê bi rêvebirin û mixabin ev hemû ji ber serdestiya şêwaza serokatiyeke populîst e.

K24: Heger em vegerin ser siyaseta navxwe ya Tirkiyê û Îsraîlê; Gelo eger heye ku alîgirên her du partiyên rastgir yên Netenyahu û Erdogan siyasetê araste bikin? Her çiqasî îro di navbera her du welatan de siyaseteke hevseng bê meşandin jî em dizanin ku di serdemên hilbijartinan de bo ku alîgirên xwe mobîlîze bikin pirrî caran ev partiyên muhafazakar hevdu bi awayekî tûnd rexne dikin. Wekî ku we jî destnîşankirî gelo egera wê yekê heye ku di rojên pêş de bandora alîgiran erênî yan neyînî li ser pêwendiyên her du welatan karîgerî bikin.

Dr. Selîn Nasî: Mixabin ji niha ve zehmet e ku mirov bersiveke zelal bide vê pirsê. Dikarim wiha bêjim: Bo ku ew dîmenê Îsraîlê yê di hişên rayagiştî ya Tirkiyê de biguhere divê taybet di warê meseleya Filistînê de helwesteke dadwerane nîşan bide. Li aliyê din di van demên dawî de em dibînin ku li her du aliyan jî hest û helwestên zêde netewperwer û rastgir serdest in loma dikarim bibêjim ku hêviyeke wiha tenê xeyalperestî ye mixabin. Yanî ji niha ve zehmet e ku em dahatûya bûyeran bibînin lê belê em dikarin behsa sînaryoyeke alternatîf bikin; Dibe ku Îsraîl ji demên berê jî cûdatir bi polîtîkayên hê tûndtir li dijî Ereban û Filistînê tev bigere. Lê wê demê helbet pêwendiyên Îsraîlê yên ligel welatên Ereb dê bandorên gelekî neyînî ji vê yekê bibînin. Di rewşeke wiha de Tirkiyê jî bêdeng namîne. Ji ber ku ji beriya damezrandina dewleta îsraîlê û heta niha Tirkiyê meseleya Filistînê ji nêz ve şopandiye. Helbet rayagiştî ya Tirkiyê ji ber ola hevpar anku Misilmantiyê hertim bi hestyariyeke mezin nêzî gelê Filistînê dibe û li êş û janên wan guhê xwe nagire.  Loma em nikarin vê rastiyê paşguh bikin. Hem ji aliyê siyasiyên çepgir ve hem jî ji aliyê alîgirên partiyên rastgir ve li hember Îsraîlê rexne hene. Ew kesên li dijî emperyalîzmê dê hincetên cûda bêjin yên oldar dê hincetên cûda bibêjin. Di kurte demekê de nepêkane ku nêrîna li hember Îsraîlê yekser biguhere lê belê divê em hêza kontrolkirin û arastekirina AK Partî û ya serokkomar Erdogan jî paşguh nekin. Yanî heger Erdogan bibêje “divê ligel Îsraîlê pêwendiyên me êdî baş bibin ji ber ku ev li berjewendiya me ye” dikare hem alîgiran hem jî medya û rayagiştî di vî warî de qanih bike. Ji ber ku Erdogan serokekî wisaye ku xwedî vê hêz û behremendiyê ye.

K24: Hikûmeta beriya Netenyahu bo normalîzekirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Îsraîlê de gavên nû avêt û proseyek da destpêkirin. Gelo niha ew eger heye ku Netenyahu rabe û bibêje “Ev pêwendî ne ji aliyê min ve hatine danîn loma ez li ser van pêwendiyan berdewam nakim”? Li ser vê yekê hûn çi difikirin?

Dr. Selîn Nasî: Ji îro û pêde di siyaseta Îsraîlê de proseyeke çawa dê destpê bike û biryarên çawa dê bên e ragirtin nayê zanîn. Herwiha eger heye ku hilbijartineke nû jî biçe serî. Ji ber ku bi rastî jî berdewamiya hikûmetên ji koalîsyonan pêktên gelekî zehmet e. Lê belê divê em yekser bi awayekî neyînî ne fikirin ji ber ku dînamîkên gelekî cûda jî li holê ne. Hem berjewendiyên her du welatan hem jî hêvî û berjewendiyên di siyaseta navxweyî de dê di van pêwendiyan de karîger bin. Lê wekî min gotî bo berdewamiya proseya asayîbûnê ev yek nabe asteng. Ez di wê baweriyê de me ku ji îro û pêde taybet beriya Netenyahu destpêkirina ev proseya normalîzebûnê dê bo Netenyahû bibe delîveyeke baş. Ji ber ku ev prose ne di serdema hikûmeta wî de destpêkiriye barê siyasî yê vê proseyê jî dê li ser wî zêde çênebe. Lê belê bikaranîn yan jî têkbirina vê fersendê jî helbet dê bimîne ser biryara Netenyahu.