Nêrînên Huda Par û Partiya DEVA li ser operasyonên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê

Siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê yên partiyên opozîsyonê di nirxandinên xwe yên derbarê operasyonên Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de xwedî nêrînên cuda ne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê yên partiyên opozîsyonê di nirxandinên xwe yên derbarê operasyonên Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de xwedî nêrînên cûda ne.

Rayedarên Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ragidigihînin ku; ne rast e mirov bibêje ev operasyon rasterast li hemberî kurdan tê kirin û Tirkiye ji bo parastina ewlekariya xwe van operasyonan dike.

Siyasetmedarên Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) jî dibêjin; balkêş e her ji beriya hilbijartinan operasyon hatine kirin û niha jî dibe ku armanca desthilatdariyê ew bû ku ji beriya hilbijartinên 2023an operasyonekê bikin.

Tirkiye ji 2015an ve çar caran ji bejahî ve carekê jî ji asmanî ve operasyonên mezin li hemberî Rojavayê Kurdistanê encam daye. Rayedarên Tirkiye radigihînin ku ew ji ber parastina sînorên xwe van operasyonan dikin. Hin partiyên opûzîsyonê piştgiriya operasyonê dikin.

Rayedarên Partiya Doza Azad (HUDAPAR) li dijî operasyona Tirkiyeyê dernakevin û dibêjin; niha PKK dixwaze li Bakurê Sûrî bi piştgiriya Amerîkayê ji bo amadekirina artêşê û xweseriyê hin gavan biavêje lê belê Tirkiye û rejîma Sûrî li dijî vê yekê derdikeve.

Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê Şeyhmus Tanrikulu ji K24ê re ragihand: “PKK dixwaze bi piştgiriya Amerîkayê artêşekê ava bike. Ne rast e mirov bibêje ev operasyon rasterast li hemberî kurdan tê kirin û Tirkiye ji bo parastina ewlekariya xwe dike. Dema ku ev operasyon tên kirin divê dest neavêjin demografiya navçeyê, divê sivîl bêne parastin. Ev e ji sed salan zêdetir e ku meseleya kurdî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî meseleyeke sereke ye û di rojevê de ye.  Divê meseleya kurd bê çareserkirin ji ber ku PKK ne sebeb e, encama meseleya kurd e. Divê Tirkiye û welatên din derbarê dayîna mafên kurdan de gavan biavêjin. Da ku vê pirsgirêkê bi temamî çareser bikin. Heger na; niha çawa Amerîka li Sûrî dixwaze şerê navxweyî çêbûbe, dibe ku Tirkiye û Îranê jî têk bide.”

Heta niha Tirkiye di salên 2015, 2017, 2018 û 2019an de ji asmanî û zemînî ve êrişî Rojava kiriye. Tirkiye di 20ê Mijdarê de jî ji asmanî êriş kir û Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan got; ew amadekariyên operasyoneke nû ya zemînî jî dikin. Siyasetmedarên Partiya DEVA li dijî opesyonê derdikevin û dibêjin; divê hemû gavên ku bidin sebeba mirina mirovan paşde bêne avêtin û pirsgirêk bi guftûgoyan bêne çarserkirin.

Serokê Rêxistina Partiya DEVA ya Diyarbekirê Cîhan Ulsen ji K24ê re diyar kir: “Em hemû mudaxaleyên li hemberî sivîlan li dijî exlaq û hiqûqê dinirxînin. Derbarê encamdana van operasyonan de mixabin raya giştî nayê agahdarkirin. Ji beriya hefteyekê pêwîstî bi operasyoneke bi vî rengî nebû, niha divê desthilatdarî sebeba vê operasyonê ji rayagiştî re aşkere bike. Ev demeke dirêj e Tirkiye gavên polîtîkaya xwe ya derve ji bo polîtîkaya navxwe bi kar tîne.”

Li gorî beşek ji siyasetmedaran Tirkiye ji bo parastina sînorên xwe van operasyonan dike. Li gorî beşek siyasetmedaran jî Tirkiye heta niha çar caran ji beriya hilbijartinan operasyon kirine û dixwaze ji beriya hilbijartinên 2023an dîsa operasyonekê pêk bîne.