AP: Erdogan xwestiye şandekê bişîne Şamê lê Beşar Esed red kiriye

Beşar Esed gotiye divê şandên Tirkiye û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.
Beşar Esed û Recep Tayyip Erdogan, wêne: arşîv
Beşar Esed û Recep Tayyip Erdogan, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyana Associated Press (AP) ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan xwestiye şandekê bişîne Şamê, lê Beşar Esedî daxwaza wî red kiriye û gotiye divê şandên Tirkiye û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

Li gor nûçeya Associated Press (AP), Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya rayedarên Îranê ji Serokê Suriyeyê Beşar Esed re peyam şandiye û xwestiye ku, arteşa Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û nehêle ku gaz û neft ji aliyê şervanên Kurd ve were bikaranîn û bila penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.

Recep Tayyip Erdogan herwiha xwestiye, şandekê ji Enqerê bişîne Şamê, lê Beşar Esed daxwaza Erdogan red kiriye û gotiye divê şandên Tirkiyeyê û Sûriyeyê li welatekî sêyem werin ba hev.

Serokomarê Tirkiyeyê îro herwiha li Parlamentoya Tirkiyeyê got, ew amade ye ligel Beşar Esed bicive û got: “Di siyasetê de dilgiranî çênabe û di guncavtirîn dem de gav tên avêtin.”