Joe Biden: Em li hember Îranê bi ser ketin

Joe Biden
Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden, bi serketina welatê xwe li hember hevtayê xwe yê Îranê (1 - 0) di mondiala Qeter 2022an de dilxweşiya xwe nîşan da.

Vîdyoyek li ser medyaya civakî belav bû û tê de Serokê Amerîka Joe Biden di konferansekê li Michigan de bilez derdkeve ser dike û mîkrofon hilda û bi coşeke mezin got: “Amerîka golek û Îran jî sifir, lîstik qediya!”

Biden got: “Ev lîstikeke gewre bû. Ez bi lîstikvan û rahêner re axivîm û ji wan re got ku ew dikarin bi ser bikevin û ew bi ser ketin. Xwedê ji wan hez dike.”

Îran û USA

Şeva borî di gera sêyem û dawîn a Koma (B) ya Kupaya Cîhanî “Qeter 2022” Hilbijardeya Netewî ya Amerîka û Îranê rûbirûyî hevdu bûn û Amerîka bi encama (1 - 0) bi ser ket û derbasî qonaxa (16) a vê pêşbirkê bû.

Gola Hilbijardeya Netewî ya Amerîka di xuleka (38) de bi riya Christian Pulisic hat tomarkirin.

Hilbijardeya Amerîkayê bi (5) puanan di koma (B) de di rêza duyem de cih girt û ligel hilbijardeya Îngiltraya ku bi (7) puanan pêşenga komê bû, derbasî derbasî qonaxa (16) bû.

Hilbijardeya neteweyî ya Îranê bi (3) puanan di pileya sêyem de û hilbijardeya neteweyî ya Welsê jî bê puan di rêza çaremîn de, xatir ji Mondiala Qeter 2022an xwastin.

Hilbijardeya Amerîkayê di qonaxa (16) de dê rûbirûyî hilbijardeya Hollandî, pêşenga Koma (A) bibe.