'Beşar Esad red dike ku bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne'

Li gorî îdiaya Reutersê Serok Dewletê Sûriyê Beşar Esad qebûl nekiriye ku digel Serokkomarê Trkiyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinê pêk bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî îdiaya Reutersê Serok Dewletê Sûriyê Beşar Esad qebûl nekiriye ku digel Serokkomarê Trkiyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinê pêk bîne.

Li gorî nûçeya ajansê ku 3 çavkaniyên cûda wergirtiye Beşar Esad nexwestiye ku di vê serdema hilbijartinê de destê Erdogan xurt bike loma jî daxwaza hevdîtinê red kiriye.

Herwiha di pêdeçûna nûçeyê de hatiye ragihandin di egera pêkhatina hevdîtinekê de ji ber ku wê mijara hebûna 3.6 milyon penaberên Sûriyeyî ku li Tirkiyê dijîn bê axivîn wê di hilbijartinan de banoreke erênî bike bo Erdogan.

Li gorî çavkaniyeke din jî, heta pêşniyareke berbiçav neyê raberkirin Şam vê hevdîtinê bê feyde dibîne û Şam dixwaze hemû hêzên Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê vekişin.

Rûsyayê ev demeke hewl dida ku di nava Tirkiye û Sûriyê de rûpelekî nû vebe û serokdewletên her dû welatan hevdîtinê pêk bînin.