Li Diyarbekirê KESKê daxwaza parastina mafên astengdaran kir
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê endam û rêveberên sendîkayên karkeran daxwaza mafên kesên ku xwedî pêdiviyên taybet in dikin.
Li Diyarbekirê, endam û rêveberên sendikaya KESK û Navenda Giştî ya Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng, bi boneya 3yê Kanûnê Roja Cîhanî ya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet li Parka Hazal civiyan û bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza zêdetir mafên astengdaran kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya SES’ê ve hat xwendin de rexne li polîtîkayên hikûmetê yên li ser astengdaran hatin girtin.
Di daxuyaniya hevpar de hat xwestin ku kesên xwedî pêdiviyên taybet zêdetir di saziyên dewletê de werin tayînkirin û ew bêne parastin.