Argentîna û Hollanda di “çarîk-fînala” Mondiala 2022an de rastî hev tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîna û hilbijardeya Hollanda piştî serkeftina wan di lîstika qonaxa (16) a Mondiala Qeter 2022an de, derbasî qonaxa çarîk-fînalê bûn û dê rûbirûyî hevdu bibin.

Hilbijardeya Neteweyî ya Hollandayê Şeva borî piştî serkeftina li hember hevtayê xwe yê Amerîkî (3 – 1) derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.

Gotên Hollandayê bi riya Memphis Depay, Daley Blind û Denzel Dumfries di xulekên (10, 45 û 81) de hatin tomarkirin. Gola tekane ya Amerîka jî di xuleka (76) de bi riya Hacî Wright hat.

Di lîstika din de jî, Argentîna bi encama (2 - 1) bi ser Auistralya ket.

Golên Argentîna di xuleka (35 û 57) bi riya Leonel Messi û Julian Alvarez hatin tomarkirin. Gola Amerîka jî di xuleka (77) bi riya Craig Goodwin hat.

Bi vê yekê re, Argentîna û Hollandayê dê roja Îna bê 7ê Berfenbarê di qonaxa çarîk-fînala Mondiala Qeter 2022an de rûbirûyî hevdu bibin.