Wezîrê Derve yê Iraqê vegerandina 18 hezar perçeyên şûnwarî radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, 18 hezar perçeyên şûnwarî ên hatine dizîn hatine vegerandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Yekşemê li Şeşemîn Foruma Şaristaniyên Kevnar li Bexdayê ragihand, cîhan ji ber krîz û berjewendiyên cuda rûbirûyê zehmetiyên mezin bûye û destnîşan kir ku “Diyaloga çandî şert e ji bo pêşxistina hevtêgihiştinê.”

Her wiha got: “Piraniya şaristaniyên Iraqê rastî metirsiyên curbicur hatine û destê terorîstan di wêrankirina şaristaniyê de hebû, lê ev kiryarên terorîstî, nikarin dîrokê ji nav bibin.”

Da zanîn jî “Iraq di demên cuda de rastî diziya sîstematîk a ji bo revandina mîrata wê ya çandî hatiye.”

Bal kişand ser wê yekê ku “hikûmeta Îraqî hewil da ku kiryarên têkderane yên li dijî şûnwaran rawestîne, ku bêtirî 18 hezar perçeyên şûnwarî yên hatine dizîn, vegerandin.”