Ebdî: Em hêvî dikin helwestên navdewletî yên redkirina êrîşên Tirkiyê bibin gavên pratîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî li helwestên navdewletî yên redkirina operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û di heman demê de daxwaza avêtina gavên pratîk ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa Tirkiyê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” pêşwaziyê li helwestên Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku operasyona Tirkiyeyê red dikin û got: “Em şanaziyê bi hevkariya xwe ya navdewletî ya ji bo bihêzkirina aramiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.”

Ebdî got jî: “Em hêvî dikin ku ev helwest bibin gavên pratîk ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa Tirkiyê û dîtina çareseriyeke siyasî ya dadwerane ji kirîza Sûriyê û pirsgirêka Kurd re.”

Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve ni riya firokeyên şer, dron û topxaneyê dest bi operasyoneke li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de kiriye û gefa destpêkirina êrîşeke bejahî jî dixwe.