Seyîdxan Kurij li Almanyayê berhemên xwe yên Zazakî dan nasandin
Hewlêr (K24) – Nivîskar Seyîdxan Kurij li bajarê Duisburg yê Almanyayê berhemên xwe yên bi zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî ji xwendevanan re dan nasandin.
Seyîdxan Kurij bi salan e li Almanya û Kurdistanê çîrokên herêma Çewlig û derdora wê, bi zaravayê Zazakî tomar dike, bi dehan pirtûkên belgeyî bi Kurdiya xwe çap kirine û çend pirtûkên din jî ji rojhilatnasan wergerandine.
Seyîdxan Kurij derbarê berhemên xwe de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca xebata me, em çand, kultûr û zimanê bajarê xwe bidin nasandin, bidin vejandin, ev kultûr, ev ziman nemire, winda nebe, bi vê ramanê em kar dikin.”
Serpêhatî û destanên mêrxasên Kurdan û şoreşên êl û eşîrên Kurdên Bakurê Kurdistanê û hin babetên evînê, mijarên pirtûkên Seyîdxan Kurij in.
Hunermend Mehmet Akbaş jî diyar dike, rewşa kilam û stranên zaravayê Zazakî, ji rewşa nivîs û axaftinê ne çêtir e.
Nivîskarên Zazakî gelek caran zehmetiyê di gihandina peyamên xwe de dibînin, ku li ser zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî metirsiya neman û windabûnê heye.