Brazîl di “çarîk-fînala” Mondiala Qeterê de rûbirûyî kirwatyayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Brazîl û hilbijardeya Kirwatyayê piştî serkeftina wan di lîstikên qonaxa (16) a Mondiala Qeter 2022an de, derbasî qonaxa çarîk-fînalê bûn.

Hilbijardeya Neteweyî ya Brazîl şeva borî piştî serkeftina li hember hevtayê xwe yê Koreya Başûr (4 – 1) derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.

Golên Brazîl bi riya Vinicius Jr., Neymar, Richarlison û Lucas Paqueta di xulekên (7, 13, 29, 36) de hatin tomarkirin.

Baek Song Ho jî gola tekane ya Koreya Başûr di xuleka (77) de tomar kir.

Di lîstika din de jî, Kirwarya penaltiyan bi encama (3 - 1) bi ser Japonyayê ket, piştî ku dema orîjenal bi encama (1 - 1) bi dawî bûbû.

Bi vê yekê re, Brazîl û Kirwatyayê dê roja Înê bê 9ê Berfenbarê di qonaxa çarîk-fînala Mondiala Qeter 2022an de rûbirûyî hevdu bibin.