Yekem xwepêşander li Îranê hat bidarvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Dadwerî ya Îranê yekem biryara cezaya darvekirinê ji bo xwepêşanderekî xwepêşandanên vê dawiyê derxist û îro danê sibê biryar cibicî kir.

Li gorî nûçeya ajansa “Mîzan” a ser bi Desthilata Dadwerî ya Îranê ve, Muhsen Şikarî îro danê sibê 8ê Berfanbarê bi tometa “dijayetiya rêjîma Îslamî” hat bidavekirin.

Ev yekemîn biryara darvekirina xwepêşanderekî xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê ye ku ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kiriye û zêdetir ji 80 rojî ye berdewam e.

Di rojên borî de jî, rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan çendîn caran rêjîma Îslamî ya Îranê ji bidarvekirina xwepêşanderan hişyar kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê de herî kêm 458 kes hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine girtin.