Işik: Gefên li dijî Rojava dide xuyakirin Erdogan dest bi kampanyaya hilbijartinan kiriye

Çavdêrê Siyasî Alî Fikrî Işik li ser armanca operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, Serokomar Recep Tayyip Erdogan dest bi kampanya xwe ya hilbijartinan kiriye, navenda vê kampanyayê jî pirsgirêka Kurd e.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Çavdêrê Siyasî Alî Fikrî Işik li ser armanca operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest bi kampanya xwe ya hilbijartinan kiriye, navenda vê kampanyayê jî pirsgirêka Kurd e.

Alî Fikrî Işik ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gefên Tirkiyê yên operasyoneke bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û helwesta Rûsyayê li ser vê mijarê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Işik bal kişand ser gotinên îro yên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û got: “Dema ku em li gotinên Lavrov ên îro binêrin, dibe ku karteke kesk derkeve. Lavrov heta niha digot 'pirsgirêka Kurd' ev pênase bi gelemperî tê qebûlkirin, lê îro got 'Amerîka dixwaze dewleteke Kurd ava bike', ev tiştekî din e, ev ne li gor zimanê dîplomasiyê ye, eger tu vê meselê wiha destnîşan bikî, di dawiya vê meselê de, li gor min lihevkirin an jî weke stratejî hevkariyek, heman hişmendiyek di binî de tê xuyakirin.”

Derbarê îhtimala gilopeke kesk a Rûsyayê bo Tirkiyê de, Alî Fikrî Işik got: “Îro destê Rûsyayê hinek teng e, ji ber şerê Ukraynayê destê Rûsyayê gelek teng e ku ji aliyê exlaqî ve jî serkêşî ji destê Rûsyayê çûye, loma di nava têkiliyên navnetewî de Rûsya ne weke berê bi prestîj e, heval û hogirên wê jî gelek qels bûne.”

Alî Fikrî Işik li ser armanca operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Tirkiye çima xwe ji bo Rojava ewqas sor dike? Gava em vê pirsê dipirsin, ew yek derdikeve holê ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan dest bi kampanya xwe ya hilbijartinan kiriye, navenda vê kampanyayê jî pirsgirêka Kurd e, Recep Tayyip Erdogan dixwaze ku yan Kurdan ber bi xwe ve bikşîne, yan jî Kurdan ji nava vê denklemê derxe, loma berê xwe daye Rojava û her roj mijara Rojava gur û geştir dike.”

Li ser mijara asayîkirina pêwendiyên bi Beşar Esed re û sûda vê yekê ji bo hikûmeta Tirkiyê, Alî Fikrî Işik diyar kir: “Ti sûda vê yekê tune ye, Recep Tayyip Erdogan dizane ku Esad lawaz e, Esad bêyî erêkirina Tirkiyê, nikare ew desthilatdariya ku di dilê wî de ye li Sûriyê ava bike, loma her du alî jî pêdivî bi çareseriya xwe bi xwe heye, tiştê ku wan nêzî hev dike an jî dûr dixe ev mebest in.”