Îran bersiva rexneyên welatên rojava dide

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bersiva rexneyên welatên rojava da û daxwaz kir, "êdî hana kiryarên terorîstî yên li Îranê nedin".

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bersiva rexneyên welatên rojava da û daxwaz kir, "êdî hana kiryarên terorîstî yên li Îranê nedin".

Îro Înê 9ê Kanûna 2022yan, Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, "êdî bes e, mêvandarî û piştevanî û hana terorîstan nedin".

Herwiha nivîsandiye: “Di rûbirûbûna xwepêşandanan de, Îranê bi awayekî cidî bi xwe girtiye, berevajî welatên rojava ku rûmeta xwepêşanderên xwe dişkînin û bi tundî tepeser dikin. Me rêya pir guncaw û nerm li hember kiryarên aloziyê bi kar aniye.”

Di beşeke dina peyamê de hatiye: “Asayîşa niştimanî ya Îranê xeta sor e, em ti çavgirtin û lêborînê li hember êrîşên çekdarî û aloziyê nîşan nadin, heta li hember wan welatên rojava jî ku derfet ji wan re çêbûye ku gotara xwe ya li dijî Îranê ya durû, yek bixin.”