Argentîna xwe ji Hollandayê derbas kir û gihîşt nîv-fînala Mondiala 2022an

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîn xwe ji hilbijardeya Hollandayê derbas kir û nîv-fînalê ya Mondiala Qeter 2022an bû.

Hilbijardeya Neteweyî ya Argentîna şeva borî piştî serkeftina bi penaltiyan li hember hevtayê xwe yê Hollandayê (4 – 2) di qonaxa çarîk-fînalê de, derbasî qonaxa nîv-fînalê bû.

Dema orîjînal a lîstikê (2 - 2) bi dawî bû. Golên Argentîna di xulekên (35 û 73) bi riya Nahuel Molina û Lionel Messi hatin tomarkirin. Wout Weghorst jî her du golên Hollandayê di xulekên (83 û 90+10) tomar kirin.

Di lîstikeke din de jî, hilbijardeya neteweyî ya Kirwatyayê li pêş Brazîlyayê piştî bidawîhatina dema orîjinal (1 - 1) bi penaltiyan de (4 - 2) bi ser ket û derbasî nîv-fînalê bû.

Bi vê yekê re, Argentina û Kirwatyayê dê roja Sêşema bê 13ê Barfanbarê di qonaxa nîv-fînala Mondiala Qeter 2022an de rûbirûyî hevdu bibin.