Messi Argentîna digihîne fînala Mondiala Qatar 2022

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya neteweyî ya Argantîna li ser hesabê hevtayê xwe yê Kirwatî gihîşt fînala Mondiala Qatar 2022, piştî ku ew bi encama (3 - 0) têk bir.

Hilbijardeya Neteweyî ya Argentîna şeva borî di qonaxa nîv-fînala Mondiala Qatar 2022 li stadyuma Lusail li hember Kirwatyayê bi (3 – 0) bi ser ket û derbasî fînalê bû.

Stêrk Lionel Messi di xuleka (34) de, gola pêşkeftinê ji bo “Tango” bi penaltiyê tomar kir. Piştre Julian Alvarez du gol di xulekên (39 û 69) de tomar kirin.

Messi yê 35 salî di vê pişbirkê de gola xwe 5emîn tomar kir û bi 11 golên di mondialan de, bû golkarê dîrokî yê welatê xwe û bi yek gol ket pêşiya welatiyê xwe Gabriel Batistuta.

Rahênanê Argentînî Scaloni di civîna çapemeniyê de got: “Tu kes nikare pêşbînî bike ku Messi dê çi bike, bê guman ew di dîrokê de yê herî baş e.”

Hilbijardeya Neteweyî ya Argentînê ji bo cara şeşem di dîroka xwe de digihe fînala kupaya cîhanî dê di fînalê de li benda serkeftiya rûbirûbûna Fransa û Mexribê be ku dê ku îro Çarşemê bên hember hevdu.