Erdogan banga civîneke sêalî li Beşar Esed û Vladimir Putin dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir, wî ji Serokê Rusyayê Vladimir Putin xwestiye, bila Tirkiye, Rûsya û Sûriye gavên hevbeş biavêjin û serokên her sê welatan bicivin.
Erdogan bersiva pirsên rojnamevanan da
Erdogan bersiva pirsên rojnamevanan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir, wî ji Serokê Rusyayê Vladimir Putin xwestiye, bila Tirkiye, Rûsya û Sûriye gavên hevbeş biavêjin û serokên her sê welatan bicivin.

Recep Tayyip Erdogan dema ji serdana xwe ya Tirkmenistanê vedigeriya, bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê operasyoneke bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de eşkere kir, wî ji Serokê Rusyayê Vladimir Putin xwestiye, bila Tirkiye, Rûsya û Sûriye gavên hevbeş biavêjin û serokên her sê welatan bicivin.

Erdogan diyar kir ku Putin bi erenî pêşwaziya vê daxwazê kiriye, herwiha li ser pirsekê eşkere jî kir, ew ji bo hevdîtineke ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed destûr ji Amerîkayê wernagire.

Serokomarê Tirkiyê got: “Em dixwazin Sûriye, Tirkiye û Rûsya bi hev re gav biavêjin. Ji bo vê jî divê pêşî saziyên me yên îstîxbaratê, berevanî û piştre jî wezîrên me yên derve bên cem hev. Bila serok jî bên ba hev. Min ev yek bo Serokê Rûsyayê Valdimir Putin kir, wî jî erênî dît. Em ê bi vî awayî rêya hevdîtinan vekin."

Erdogan herwiha got: “Rêxistinên terorê bi taybet li bakurê Sûriyê ranawestin û car caran gefan li welatê me dixwin. Di vê mijarê de biryarên me yên li Soçî û Astana hatine dayîn hene. Ji sînorê me heta bi 30 kîlometreyan ber bi başûr ve dema em bên acizkirin, ev korîdora me ya ewlekariyê ye. Di vê korîdorê de ya pêwîst em ê bikin. Ev ne tiştekî nû ye û li Astana jî bûye rojev. Herwiha li Soçî jî em li ser axivîne."

Li ser gotinên ku dibêjin Amerîka bi awayekî erênî berê xwe nade hevdîtinên ligel Esed, Erdogan got: “Ez ji kesî destûrê wernagrim ka ez ê ligel kê li ku çi hevdîtinan bikim. Min ligel Serokomarê Misrê li Qeterê hevdîtinek kir û ji kesî destûr wernegirt. Di mijara Sûriyê de jî gavên ku em ê biavêjin wê di berjewendiyên me yên nîştimanî de bin. Ji herêma ewle ya li Sûriyê bigre heta tedbîrên ku em ê li dijî rêxistina terorê werbigirin, ev jî yek ji wan gavan e ku em ê biavêjin.”

Erdogan derbarê daxuyaniya xwe ya ku di 2023yan de dê cara dawîn bibe namzed, got ku ev nayê wê wateyê ku ew dest ji siyasetê berdide.